Rûsyayê mihafiz danîn ser sînorê Belarûsê

Servîsa Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku Rûsyayê mihafiz li ser sînorê Belarûsê bi cî kirine. Hat diyarkirin ku mebesta vê bergiriyê, ‘Pêkanînan mercên parastina sînorên Rûsyayê’ ye.

Rûsyayê mihafiz danîn ser sînorê Belarûsê
Hat gotin, mebesta bicîkirina yekîneyên leşkerî ji Belarûsê hatine wesayît û mirovan e ku hin xalên kontrolê û nîşaneyên hişyariyê li ser sînor hatine danîn.

Belarûsê biryara ji bo 5 rojan bêyî vîzeyê hatina welatê wan bi rêya firokxaneyan, ji bo hemwelatiyên 80 welatan wergirtibû ku tevî 39 welatên parzemîna Ewropayê; Brezîlya, Endonezya, Amerîka, Japonya û çendîn welatên din jî lê zêde kiribû.

Di navbera Rûsya û Belarûsê de sîstema çûnûhata serbest heye. Lewma jî metirsî heye biyaniyên werin Belarûsê bi rêyên derqanûnî derbasî Rûsyayê bibin.

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.