Akademîsyena ku li ser doza kurd nivîsî Xelata Peter-Becker wergirt

Xelata Peter-Becker ku her sal ji aliye Almanya ve di çarçoveya mijarên şer û aştî de ji bo akademîsyenên ciwan tê dayîn, îsal ji bo xebata xwe ya derheqê doza kurd de Dr Ozden Melis Ulug wergirt.


Dr Ozden Melis Ulug ku teza xwe ya doktorayê derheqê tehlîlkirin û çareserkirina doza kurd de amade kir, ji aliyê Almanya ve şayanî xelateke dewlemend hat dîtin.

Dr Ozden Melis Ulug di teza xwe de balê kişandiye ser doza kurd a li Tirkiyeyê. Wê bi taybetî di nav civakê de lêkolînan kiriye. Bi rayedar û desthilatdarên meclîsa Tirk, her wiha bi parlementerên kurd û rojnamevanên eleqedarên mijarê re hevdîtinan kiriye. Uluğ di teza xwe ya doktorayê de, ne tenê arîşeyên mijarê aniye ber çavan. Her wiha ji bo çareseriyê jî xaçerêyek amade kiriye ku zêdetir di vê xaçerêyê de wek çarenûsa serek civakê nîşan daye.


Ew bi vê teza xwe jî şayanî xelata Peter-Becketî hatiye dîtin ku xelatek gelek dewlemend e ji bo akademîsyenek ciwan.

'XELAT DI SERDEMEK KU HÊVIYÊN MIN QUT BIBÛN DE HAT' 

Seramoniya Xelatdayînê rojên borî li Ûnîversîteya Marburgê bû. Melîs Ulug ku beşa wê psikolojiya civakî ye û xebatên xwe derheqê vê mijarê de didomîne agahî dan Sputnîk Kurdistanê.

Ozden Melis Ulug got: "Bi taybetî dema ku 'prosesa çareseriyê' li Tirkiye bidawî bû, li ser mijarê gelek fikirîm. Min xwe bi xwe got ku careke dî li ser kurdan xebatekî nakim. Hem bilindbûna rewşa şer, hem jî tiştên bi serê 1128 akademîsyenên ku îmze xwe avêtibûn bin danezana aştiyê hatin, karîgeriyek mezin a derûnî li ser min çêkiribû. Lê piştî ku ev xelat hat, min hemû arîşeyan ji bîra kir. Ji niha û pê de jî dixwazim xebatên xwe di çarçoveya doza kurd de bimeşînim."

'LI CIHEKÎ KU AZADIYA AKADEMÎK LÊ TUNE BE BERHEMEK AZAD JÎ DERNAKEV E' 

Dr Ulug wiha dibêj e:"Li Tirkiyeyê şertên akademiyê ji bo xebatan gelek dijwar e. Dema ku min teza xwe amade dikir jî, gelek kesan ji min re digot 'Tu nikarî derfetan bidest bixî'. Heta min baş dizanibû ku li Tirkiyeyê şertên vê xebatê tunebû. Min ji gelek kesan bihîstibû ku dê ez ê nikaribim derheqê psîkolojiya civakî de mirovan bidest bixim. Bi ser van rastiyan de, li Tirkiyeyê êrîşên bi ser akademîsyenên ji bo aştiyê xebat kirin rû da. Vana tev ji bo akademîsyenekê tiştên neyînî ne. Li cihek ku azadiya lêkolînê lê tunebe, xebateke azad jî dernakev e holê, yan jî encamek ku sîstemê rewa nîşan dide dertê." 

'AKADEMISYENÊN LI TIRKIYE LI GORÎ YÊN DINÊ DERENGMAYÎ NE' 

Dr Melis Ulug xebatên li Tirkiyeyê kêm dibîne û wiha berdewam dike: "Di gel ku li dinyayê jî welatên bi mijarên şerûpevçûnan re eleqedar in hene, lê akademîsyenên li Tirkiyeyê li gorî yên li dinê ji bo doza kurd gelek dereng man e." Belê xebat hene, herçend tengasî û arîşe gelekin jî, lê  gelek berhem jî hene. Bes di mijara psikolojiya civakî de xebat zêde pêş neket. Ulug dibêje: "Psikolojiya civakî hem ji bo nasname, hem ji bo pevçûn, hem ji bo têkiliyên di navbera grûban de, hem cidaxwazî û pêşderazitiyan de xwedî lîteratûrek gelek dewlemend e. Derfetên fêmkirin û çareseriyê yên ji bo doza kurd, di vê mijarê de hene. Ji bo vê jî divê xebatên çarçoveya psikolojiya civakî de hêj zêdetir bibin."

'XELATA MIN DIYARI YE JI BO AKADEMISYENÊN MEXDÛRÊN AŞTIYÊ NE' 

Dr Ulug heyecana xwe jî parkir û got: "Ji bo ku min ev xelat wergirt gelek bi heyecan im. Di seramoniya xelatdayînê de jî heyecana min bilintir bû. Bi taybetî jî dema ku min behsa doza kurd kir. Min gava ku xelata xwe wergirt û diyariyi 1128 akademîsyenên ji bo doza kurd bûne mexdûr kir, çepikên li salonê pir bilind bûn. Beşdaran demeke dirêj li çepika da. Hêj ku min axaftina xwe neqedandibû lê çepik berdewam kirin…"

Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.