Ji ber bîranîna Qetlîama Roboskiyê 30 xwendekar ji zanîngehê hatin avêtin

30 xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demirel a Ispartayê bi hinceta ku di 2015ê de beşdarî yadkirina Qetlîama Roboskiyê bûne ji zanîngehê hatin avêtin.

Ji ber bîranîna Qetlîama Roboskiyê 30 xwendekar ji zanîngehê hatin avêtin
ROJHABER - Li gorî nûçeya DİHAyê, xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demirel ê di sala 2015ê de ji bo yadkirina Qetlîama Roboskiyê bernameyek lidar xistin. Polîsan tevlî komeke nîjadperest êrîş biribûn ser vê bernameyê û 40 xwendekar hatibûn desteserkirin. Him emniyetê him jî rêvebiriya zanîngehê derbarê zarokan de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Rektorî bêyî li bende encama lêpirsînê bibe, 30 xwendekar ji zanîngehê avêt.

Di agahdarnameya ji bo xwendekaran hatiye şandin de hatiye gotin ku ew di çarçoveya xala 9emîn a Rêziknameya Disiplîn a Hindekariya Bilind hatine avêtin. Xala 9ê a vê rêziknameyê ‘bi şertê ku biryareke misogerbûyî yê dadgehê hebe' xwendekar ji zanîngehê tên avêtin. Lê doza derbarê xwendekaran de hatiye vekirin wê di 5ê Berfenbarê de li Dadgeha Cezayê Giran a Ispartayê bê dîtin.

 
Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.