Daxuyanîya Civîna Dehemîn ya Komîteya Dîplomasîya Hevbeş

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 14.01.2017 an, civîna xwe ya dehemîn li navenda  KNK ê, li Brukselê pêkanî. Gorî rojevê, sêrîde rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhrtin ûboyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herwiha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin. Li ser rewşa Bakur û Rojava, êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk ya livan parçeyan, bi awayekî teybet hate rawestan. Herwiha rewşa Başûr, Rojhilat, Rojhitanavîn û bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin. Di dirêjahîya nîqaşan da xebatên derbazbûyî yên Komîtê hatin nirxandin û di encamê da ji bo dema pêş plansazîya xebatê jî hate çêkirin.

Komîta Dîplomasîya Hevbeş erkekî giring hildaye ser milê xwe ku potansîyel û dînamîkên neteweyî û niştimanî kom bike û bi hevre di qada dîplomasîya da bide karkirin. Gorî vê erka xwe, Komîta me, li gel plansazîya giştî û karên xwe yên rojane, di destpêka sala 2017 an da dixwaze hemleyek dîplomatîk destpê bike û teybetî lobî û dîplomasîyek xurt li Emerîka û Ewropa pêşbixe.

Kurdistan û Rojhelatanavîn di nava rewşeke aloz de derbaz dibe. Şerekî mezin li herêmê heye û Kurdistan ketîye nava agirê wî şerî û ew şer li Kurdistanê geh bi êrêşên hêzên dagirker geh bi wekalet dimeşe û tê kirin. Ji bilî DAIŞ û hêzêndin yên Selefî, dewleta Turkîyê, Îran, Rejîma Sûrî û Erebistana Saudî jî, beşeke sereke yên vî şerî ne. Li gel berxwedanî û qehremanîyek bê hempa ya hêzên Kurdistanî, mixabin  heta niha jî, can û malê xelkê Kurdistanê ber zerer û metirsiyêde ye. Bakurê Kurdistanê bi seranserî bûye qada şer, li seranserê Rojavayê Kurdistanê şer berdewame û dagirkerîya Tirkîyê jî serve zêde bûye, li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Şingal, dûrberê Mosilê, Kerkûk û li Germiyana jêrî tehdît berdewamin, herwiha Rojhilatê Kurdistanê jî rewş aloze.

Li Bakurê Kurdistanê, ev selek û nîve şerekî giran û pir dijwar dimeşe. Dewleta Tirk bi hemî awayî, bi hemî çekên giran bê sînor êrîş dike. Di êrîşên xwe de, ne heq ne huqoq ne jî qanûnan nasnake. Gund û bajaran wiran dike, jîngehê dişewîtîne û kesên sivîl hedef digre û qetil dike. Sîyaseta legal hedef digre, Parlamenter û Şaredar jî di navde sîyasetmedaran zîndanî dike, şaredaran ji wezîfê dûr dixe û dest datîne ser şaredarîyan. Li hember van êrîşan, gelê me û şervanên azadiyêjî, bi fedakarîyek mezin berxwedanekî bê hempa dimeşînin û piranîyan êrîşên dijminan vale dertînin. 

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur li seranserê Cihanê jî dijmintîya Gelê Kurd dike. Sîyaseta Dewleta Tirk ya qada dîplomatîk de li ser bingeha dijminatîya Gelê Kurd hatîyeavakirin û tê meşandin. Dewleta Tirk, ev demeke siyaseta xwe ya Surîyê guherandîye, dijê Gelê Kurd bi Rusya, Îran, Êraq û Rejîma Surî re ketiye nava peywendîyan. Armanca wê ewe ku van hêzan bîne ba hev û daku bi hevre êrîşan bînin ser Gelê Kurd û deskeftîyên Kurdan têkbibin.

Eve serê dehan salane gelek deverên Başûr bombe dike, 20 sal zêdetîre hinek hêzên xwe li Başûr cihkirine û dernakeve. Ev hêz hemî dij gelê me û deskeftîyên gelê me anîne û dixwaze pêşîya hêzên azadiyê bigre. Dewleta Tirk wî mafî xwere dibîne ku hinek hêzên Kurdî li Başûr tehdît bike û li Şingal û deverên din dixwazi sîyaseta xwe ferz bike. 

Ji destpêka şoreşa Sûrî û vir ve, helwesta Dewleta Tirk ewe ku li Rojavayê Kurdistanê çi statû ji Kurdan re çênebin. Heta niha sêrêde DAÎŞ, hemî hêzên Selefî û hêzên şoven, dijê gelê me destek kirine, geş kirine û dane êrîşkirin. Dema dît bi van hêzan nikare pêşîya şoreşa Rojava bigre, vê carê bi hêzên xwe dest bi dagirkerîyê kir. Ev 5 mehin hêzên Dewleta Tirk derbazê hinek deverên Rojavayê Kurdistanê bûne û êrşên xwe berdewam dikin. Niha jî Dewleta Tirk, polîtîkaya xwe ya Sûrîyê guhertîye. Îran, Êraq û Rejîma Sûrî re peywendîyan datîne û dijê me, dijê gelê me, dijê şoreşa me îttîfaqan pêktîne.Bi navê çareserkirina pirsgirêka Surî, bi Rusya û Îranê ra dikeve nava hewldanan û dixwazin li Astana civînên çareserîyê pêkbînin. Lê şertê dewleta Tirk hene, divê Kurd weke terorîst bêne navkirin û tevlî danûstandinan nebin.

Li ser Rojava, li alê din êrîşên DAIŞ û hêzên girêdayî Tirkiyê berdewamin. Dem dem jî hêzên rejîma Sûrî jî êrîş dikin. Li gel hemî van êrîşan jî, şorşa Rojava bi serkeftî berdewam dike û roj bi roj pêşde diçe. Lê pêwîste bê zanîn dijminê gelê me pirin û herdem dixwazin planên xirab li ser gelê me çêkin û bimeşînin. Dijminên me dixwazin şoreşa Rojava têkbibin. Têkçûna Rojava darbeyek mezine ji bo hemû Kurdistanê. Divê rewşa Rojava, weke rojeveke sereke bê destgirtin û gora wê kar bê meşandin. Teybetî di warê dîplomasîyê da pêwîste Rojava rojeva yekemîn be û divê sîwaneke navneteweyî ji Rojava re bê çêkirin.

Rewşa Başûrê Kurdistanê hem di hundirê xwe de hem jî li peywendîyên xwe yên Bexdayê re nebaşe. Şerê DAIŞ ê berdewame. Rewşa aborî nebaşe û herêm krîzekî aborî jiyan dike. Xala sereke krîza sîyasîye. Ji xwe krîza siyasî boye sedemên gelek pirsgirêkan. Hilbijartina serokatîya herêmê di wextê xwe de nehat kirin û salek zêdetîre wext li ser de derbazbûye. Ev salekê zêdetire parlamento jî na xebite û nayê xebitandin. Li Başûr pêşîya her tiştî pêwîste parlamento kombibe û xebata xwe bike. Herwiha pêwîste hilbijartina serikatîya herêmê di demeke herî zû de bê çêkirin. Heman demê da pêwîste dabinkirina jîyana rojane ya gel bê misogerkirin.

Li rojhilatê Kurdistanê, sîyaseta askerîkirin, çewsandin û asîmîlasyonê ya Dewleta Îranê berdewame. Îran bi ti awayî mafê gelê Kurd qebûl nake. Herçend şereke mezin li Rojhilat nebe jî, lê alozî berdewame. Dewleta Îranê, êrîşên xwe û îdamkirina sîyasetmedarên Kurd berdewam dike. Herwiha ew siyaseta bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê, bê navber bi awayekî sistematik dimeşîne. Îran ne tenê di nav xwede, herwiha di seranserê herêmê de dijêdeskeftên gelê me ye. Îran, li Sûrî xwedî bandorekî mezine û dijê gelê me weke dewra berê di Dewleta Tirk re nava îtîfaqê da ye.

Her çend hêzên dagirker dijê gelê me di nav îttîfaqan da bin jî, lê nakoyên wan jî pirin. Li gel van êrîş û alozîyan jî, rewşa herêmê û rewşa Kurdistanê hatîye guhertin. Çavên hêzên sereke yên Cihanî li herêma me ne. Kurd hêdî di herêmê da bûne aktorek mezin. Hêzên cihanî Kurdan jî hesap dikin û dikevin nava îtîfaqan. Îmkanên serkeftinê ji hemî deman zêdetîrîn.

Di van şert û mercan da, bi pêwîst tê zanîn:

1- Em dixwazin Temamî gelên Kurdistanê, pişt û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Ku îro zêdetir ji her demekê pêwîstî bi destekê heye. Divê di warê dîplomtîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêdene. Serkeftina Bakur, dibe serkeftina hemî Kurdistanîyan.
2- Em êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberîya Rojava cihê xwe digrin. Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya serekeye û ji bo berterefkirina van êrîşan karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevanîya Rojava bê kirin û xebat ji bo nasandina fermîtî ya Rojava bêne xurt kirin. 
3- Li ser pirgêrêka Surî li bajarê Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan da hevdîtîn têne amadekirin. Lê rêveberîya Rojava û hêzên Kurdî nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, wê van encaman nasnekin. 
4- Em daxwaz ji hemî partî, rêkxistinên siyasî, medenî û pîşeyî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi dilsozî û berpirsane wan qeyranên li Başûr bibînin û wan destkeftan biparêzin. Herwiha di atmosfereke demokrasî û şefaf de arîşeyên  navxweyî  çareser bikin. Pêwîste rêz ji dem û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serwerîya qanûnê de derbaz bibin. Herwiha em vekirî dibêjin û dixwazin; pêwîste rojekî zûtir Parlamento kom bibe û hilbijartina serokatîya herêmê bi awayekî demokratik bê kirin. Astenkkirina kombûnên Parlamentoyê dijê berjewendîyên gelê me ne û her gaveke astenkkirinê em dijê îrada gel dibînîn û şermezar dikin.
5- Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, jibo deskeftên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin.
6- Serokwezîrê Turkîyê, di serdana Hevlêrê da li ber çapenîyê hinek hêzên Kurdî weke terorîst navkirin û Kurd tehdît kirin. Em vê helwestê şermezar dikin û bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember vê helwesta xirab ya dewleta Tirk bê deng nemînin.
7- Komara Îslamî ya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhelatê Kurdistanê û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê herberdewam e. Herwisa wê siyaseta xwe ya bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê bi awayeke sîstematîk rêve dibe, em bi tundî vê siyaseta dewleta Îranê şermezar dikin.  Em ji hemî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilat daxwaz  dikin,  zêdetir ji hevnêzbûna alîyan û bi hevre hevkar bin, da ku baştir deng û rewatîya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigihînin.
8- Ji bo nasandina zulma DAÎŞ ê li ser gelê me yê Êzidîweke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin,em piştgîrîya keysa Êzîdîyan dikin. Hewil bê dan ku Şengal bikeve  pratîka avedankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Daxwaz ji hikûmeta Başûr dikin ku karê ciddî  û bi lez ji bo azadkirin û vegerandina hemû girtî û esîrên Êzîdîyan bê kirin û bê encamdan. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin û Gelê Şingalê xwebixwe rêvebibe.
9- Em piştgşrî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Suryanî – Asurî – Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.
10- Em piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare dikin û bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê dene. Ewan jinan wêneyekê herî bilind wêneyek nû ji bo jinên Kurdistanê û Cîhanê kişand. Civîn dîsan hewl û tekkoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên kurd yên Êzidî, rijd û dubare kir da ku berdewam bin bo gihandina doza wan bo nêv astê nêvdewletî.
11- Civînê biryar da ku vê demêda xebatên lobî û dîplomasîyê li Emerîka bêne xurtkirn û li ser navê Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, di demeke nîzing da heyetek jibo Emerîka bê şandin.
12- Biryar hate dayîn ku xebateke teybet di asta Ewropa da dijê lîsta terorê bê meşandin.
13- Civînê biryar da di nava vê salê da, liser qirkirin û komkujîyên li Kurdistanê (Dersîm, Zîlan, Helepçe, Mereş) çêbûyîn, li ser rewşa Êzidî û Asurî-Suryanî-Kildanîyan, li ser rewşa Kurdên Feylî, konferansên cuda cuda yên navneteweyî bêne çêkirin.
14- Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasîyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasîyê da xetên sor yên berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêzin. Biryar hate dayîn ku di vî warîde nameyeke teybet jibo partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bê şandin.
15- Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hevre karê diplomasîyê bikin.

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

17.01.2017, Bruksel

1. Komîsiyona Karê Derve ya KNK ê
2. YNK
3. PYD
4. GORAN
5. HSDK  (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
6. Partîya Îslamîya Kurdistan –PÎK
7. KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
8. Komelî Îslamî Kurdistan
9. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa) 
10. Federasyona Êzidîyên Kurdistan
11. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa) 
12. Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
13. PJAK 
14. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
15. Nûnertiya HDP ya Ewropa
16. P.D.K.S (Partîya Demoqrata Kurdî Sûrîya)
17. P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
18. PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)
19. PDK-S - El Partî (El Partî Demuqratî Kurd – Suri) 
20. PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan)
21. Partîya Kaskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
22. Enstituya Kurdî ya Brukselê
23. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
24. PYNA – Rojava (Partîya Yekîtîya Niştimanî Azad – Rojava)
25. T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Surîye)
26. Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
27. Partî Sebixweyî Kurdistan
28. KKP (Partîya Komunîstên Kurdistan)
29. PYDK-S – El Wehde
30. KOMELE (Rêkxirawî Kurdistanî – Hizbî  Kumunîstî Îran)

Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.