Îdianameya di derbarê Figen Yuksekdag de hat qebûlkirin

Îdianameya ku di derbarê Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag de hat amadekirin û tê de ji bo Yuksekdag ji 30 salan heta 83 salan sizaya girtîgehê tê xwestin, hat qebûlkirin.

Îdianameya di derbarê Figen Yuksekdag de hat qebûlkirin

Di wê îdianameya ku ji aliyê 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de hat xwestin ku Yuksekdag bila ji ber xebatên xwe yên di DTKê de û xebatên xwe yên din wek rêvebera rêxistinê were sizakirin.

Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Yuksekdag bi axaftinên xwe yên cuda propagandaya rêxistinê kiriye. Her wiha hat destnîşankirin ku Yuksekdag ji ber ku di dema bûyerên 6-8ê Cotmehê de di civîna MYKê ya partiya xwe de bû û ji berk u di wan daxuyaniyan de îmzeya wê heye, di pêkhatina wan bûyeran de xwedî berpirsyarî ye.

Di îdianameyê de ji bo Yuksekdag bi hincetên wekî ‘rêveberiya rêxistinê', ‘dijderketina yaseya civîn meşen xwepêşendanê', ‘sorkirina gel ji bo kîn û dijminahiyê'ji 30 salan heta 83 salan sizaya girtîgehê hat xwestin.

Tê zanîn ku îdianameya di derbarê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş d ejî hatibû qebûlkirin.

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.