'DYA piştî şerê sar dê hêza herî mezin a leşkerî ji welatên Baltikê re bişîne'

Hêzên Çekdarên Amerîkayê dê tankên Abrams ên cengê ji cîranên Rûsyayê anku welatên Baltikê re bişîne ku ev jî piştî şerê sar hinardeya herî mezin a leşkerî ye bo Rojhilatê Ewropayê.

'DYA piştî şerê sar dê hêza herî mezin a leşkerî ji welatên Baltikê re bişîne'

Li gor nûçeya Wall Street Journalê dê Amerîka di çarçoveya Operasyona Biryardariya Atlantîk de, beşek ji tankên Abrams ên li Polonyayê ne, hefteya pêş ji Letonya, Lîtvanya û Estonyayê re bişîne.

AMERÎKA TANKAN JI BO BAWERIYÊ BIDE HEVALBENDÊN YE'YÊ DIŞÎNE

Di nûçeyê de tê gotin, ‘Dê tankên Abrams di werza biharê de heta NATO hêzeke nû ya zextdanê hinarde bike karê xwe bikin' û hat diyarkirin ku mebesta Amerîkayê bawerîdana hevalbendên xwe yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ye.

Di nûçeya navborî de, nehat eşkerekirin ku dê bi giştî çend tank bo welatên Baltikê werin şandin.

DI TUXEYÊ DE 87 TANK Û 20 OBUS HENE

Biryara bicîkirina tankan li Plonyayê di civîna NATOyê ya Tîrmeha 2016an de li Warşowayê hatibû wergirtin. Di tuxeya ku 3 hezar 500 leşker kar dikin de, 87 tankên Abrams û 20 topên Obus ên Paladîn cî digirin.

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.