HDP ji bo referandûmê li dijî 'NA'ya CHPê derdikeve

Wekîlê Koma Parlamenê ya HDPê Ahmet Yildirim li ser pirsa, gelo ew dê piştgiriyê bidin kampanyaya ‘Na’ ya CHPê got, ‘CHP ji bo parastina statukoya 100 salî dibêje, Na. Yên dixwazin guherînê bikin jî 200 salan bipaşve dibin. Em herduyan jî red dikin.’

Parlamentarê HDPê Ahmet Yildirim piştî danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li Amedê birêve çû li ser pirsa rojnamevanan derbarê kampanyaya ‘Na' ya referandûma guhertina destûrê de axivî.

'EM JI BO REFERANDÛMÊ NA'YA CHP'Ê RED DIKIN'

Yildirim li ser cudabûna kampanyaya ‘Na' ya HDPê û CHPê wiha axivî: Em kampanyaya ‘Na' ya CHPê bi awayekî cidî rexne dikin. CHP ji bo parastina statukoya 100 salî dibêje, Na. Yên dixwazin guherînê bikin jî 200 salan bipaşve dibin. Em bi redkirina herdu aliyan bawer dikin ku 80 milyon hemwelatî peymaneke civakî ya xwe tê de bibînin û aştiyeke mayînde û birûmet pêk bîne heq dikin. Em ê kampanyayeke gelekî bi hêz a ‘Na'yê digel gel û hemû saziyên xwe birêve bibin. Em zêde rast nabînin ku ev xebatên me bi navê CHPê werin ravekirin.

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.