Öne Çıkanlar KANDIL IŞİD AKP CHP Irak

Bu haber kez okundu.

KNK: Bîranîna Komara Kurdistanê

Bîranîna Komara Kurdistanê dê her û her bi Bilindî û Xuweştivî bimîne!

2 ê Rêbendana 2017 ê, heftê ( 70 ) sal bi ser damezirandina Komara Kurdistanê derbaz dibin. Komarek pêkhatî ji dîrokeke tije xebat û tekoşîn, xwegûrîkirin û canfîdayîyê, serferazî û şanazîyê, berxwedan û nîşandana cesaret û îradeyeka bilind.

Di wê rojê da bû ku dema Pêşewa Qazî Mihemed, serkomarê Kurdistanê, damezirandina Komarê ragehandî û ew destkeftê dîrokî bû cihê dilxweşî û serferazîya xelkê Kurdistanê. Bajarê Mehabadê jî ku her tim bajarê xebat û Kurdayetiyê bûya, bû peytextê wê serbilindî yê.

Mixabin, Komar tene yazdeh ( 11 ) mehan dom kir, çewa di komployeka nêvnetewî da dawî bi jiyana wê hat dan û paşê Pêşewa û hevalên wî ji alî dewleta Îranê ya dagîrker ve li meydana Çarçira yê hatin li darxistin – îdam kirin.

Helbete ûmêd û xewna Kurdistanîyan ji bo serxwebûn û azadîyê, ji bo jiyaneke azad û pêşkeftin û pêşkeftinxwazîyê li wirê bi dawî ne bû, belku Kurdistanî di her çar parçeyên Kurdistanê da berdewam bûn li ser rêça wê hizr û armanca pêîroz meşiyan û li ser berdewamin. Di heman dem da Komar, ezmûneke dewlemend ya ji bo wan kesan bi cih hişt yên ku xwestîn û xwezîyarên qezenca xebata azadîxwaziya xelkê Kurdistanê bûn, minak û mifa jê wergirin.

Yek ji ezmûnên nirixdarên Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî û hevalên wî yên pakrewan, pêkhatiye ji bi hêzkirina Yekyetîya Neteweyî û mikumkirina giyanê Kurdistanîbûn û herweha bejindan bi astê xebata xwebexş û giyanfîdayî yê.,dûr ji nav û navdarî û mifa wergirtina kesokî ewa ku her tim bûye cihê arîşe û heta herifin û aşbevalahîya bizava nav xebata azadîxwazîyê jî.

Aliyên negetîv yên Komarê her çi bin jî, lazime bi giringî ve bên wergirtin û hewl bidin di dîtineke rexneamêz û bi rêzgirtin ve sûdê jê wergirîn. Ewa ku Pêşewa û hevalên wî yên Komar damezrandî û paşî parastî û meydan vala nekirî, her û her di dile Xelkê Kurdistanê da wek sembolên lehengî û camêrîyê dimînin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK e, Pîrozbahîyê ji salyada damezirandina Komara Kurdistanê û ezmûna nirxdara wê dike û sere rêzê li hember giyanê Pêşewa Qazî û tevaya rêwîyên wê rêya pîroz di tewînît.

Em bawerin ku serkeftin ji bo xebata azadîxwaziyê ya xelkê Kurdistanê ye.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK 

2ê Rêbendan 21 – 01 – 2017 Bruksel

Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.