YPG: DYAyê çek nedane me

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl diyar kir ku nûçeyên dibêjin YPGê çek, cebilxane û wesayitên bizirx ji DYAyê wergirtine ne rast in.

YPG: DYAyê çek nedane me
Rêdûr Xelîl li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di rojên dawî de hin nûçe hatine belavkirin ku Hevpeymana Navdewletî ji bo şerê li dijî DAIŞê çek, wesayitên bi zirx û cebilxane dane YPGê u ev ne rast in.

Xelîl nûçeyên behsa mijarê ne ret kir û got ku wan ti cure çek û wesayitên leşkerî wernegirtine.

Berdevka Odeya Çalakiyan a Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmedê ji Sputnikê re aşkere kiribû kir ku hêzên hevpeymanê gelek alîkarî û çek dane wan.

Berdevkê Wezareta Berevaniya ya DYAyê jî di daxuyaniya xwe de gotibû ku, di çarçova şerê li dijî DAIŞê de, wan çek dane endamên ereb yên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.