Eine Turkisch Pizza bitte!

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Eine Turkisch Pizza bitte!

We şaş nebihîst; ti Alman peyva “lahmacûn / nangoşt” yan jî “patîle” nizane. Tev de dibêjin: “Ji kerema xwe re pîzayeke Tirkan bide!“  Berê ku ez werim ser çîroka “lahmacun û Turkische Pizza” dixwazim ku em bi hev re derkevin û hinek li xwaringeh yan jî îmbîs û restorantan bigerin.

Hima bigire piraniya çêştgehên gero (îmbîsên giro(s) / döner) û restorantên li bajarên Almanyayê di destên Kurdan de ne. Piran navên Kurdî li çêştgehên gero (doner imbis) kirine. Ango dema mirov ji kolanê ve lê dinêre; dibîne ku li ser serderên wan navên wek: Dîlan, Zozan, Azadî, Serhed, Amed, Mîdyad, (oz)Urfa, Gimgim, îsot, Serkeftin û îmbîs yan jî restorant nivîsîne. Lê li hundir?.. Qet nepirsin!...

Çend caran hat serê min, lê ez ê tenê behsa îmbîskê bikim. Li der navê Kurdî Z... imbis - Restaurant bi rengên kesk, sor û zer nivîsîne. Ji ber ku reng jî rengê Kurdan bû, ez bi kêfxweşî ketim hundir. Li hundir bi carê ve rastê cihan û rêbayeke din hatim. Muzîka Tirkî ne şaş bim Ferdî Tayfur dabûn ser. Yê li pişt pêşxanê bi bişirîneke çêkirî bi Tirkiyeke qaşo nazikkirî yan jî qirpandî got: “Buyrun Abê!“ Min bi Almanî bersiva wî de: “Ich bin kein Abê!“ Camêr hinek sor û morê hev bû û bi awirekî gumandagirtî li min nêrî û pirsî: “Abê turk degilmisiniz?” Min bi rûyeke tirş lê nêrî û got: “Was haben sie gesagt?” Hişê camêr tevlihev bû. Min li lîsteya xwerinên wan nêrî: Îzmir Köfte, Menemen, Adana, Îstanbûl izgara, Turkische Pizza... Ez di wir de sekinîm û min bi qestî bi Almanî pirsî: “Ev ‘Turkische Pizza’ çi ye?“ Camêr lehmacûn rakir, nîşanê min da û got: ‘Ev e.’

Min dest bi Kurdî kir û got: “Va mîrata li welêt ‘nangoşt û lahm bi ecin’ bû, li Stenbolê bû ‘lahmacun’ ev ziqûm ji kengê ve bûye ‘Turkîsche Pizza?’ Camêr matmayî li min nêrî, bersiva min neda. Min gotina xwe domand: “Min ji kolanê ve li dikana we nêrî, dît ku nav û reng Kurdî ye, min jî xwest ez bi guhdarîkirina muzîka Kurdî xwarineke Kurdî bixwim. Lê tişteke din derket pêş min. Ya baş ew e, ez herim, li restoranteke Kurdî bigerim!“

Camêr hima bi Kurdî ez bersivandim: “Keko em jî Kurd in, ev der cihê kar e! Lema me jî wisa kiriye!“ Min pirseke din lê werkir: “Tirk tên di vê restoranta we de nan dixwin?“ Serê xwe kir ber xwe û got: “Na, ew diçin restorantên Tirkan!“  Min bi hêrs lê vegerand: “Wê çaxê ev xwarinên nav Tirkî, muzîka Tirkî, ev pêşwazîkirina bi Tirkî ji bo kê ye?“ Deng hat birîn, sor û morê hev bû. 

Min ji wî re got: “Nav û rengê we ji derve ve bi Kurdî lê hundirê we Tirkî ye. Ez ji mirovên der û hundirê wan ne yek bin, hez nakim û nanê wan naxwim. Ya baş ew e, ez biçim restoranteke Tirkan, qet nebe, der û hundirê wan yek e. Ez dizanim, ez çûme ku û li ku me!“

Her gel navê xwe li restorant û îmbîsên xwe dikin û hundirê wan kargehan jî bi reng, ziman û ananeyên welatên xwe dixemilinin. Tenê Kurd navên Kurdî li restorantên xwe dikin, lê hundir Tirkî ye. Di salên nodî de li Berlînê Kurdekî Rojhilat bi navê “Kurdistan” restorantek vekiribû. Her tiştê wê bi Kurdî bû. Ew restorant her saetê tijî bû. Lew re Almanan digot: “Em carê jî li ba Kurdan nan bixwin, ka xwarinên wan çawa ne!“ Lê îmbîsên li kêlekên wê, nav Kurdî hundir Tirkî vik û vala bûn.

Niha em werin Mijara Lahmacûnan, lahmacûn xwarineke derdora Dîlok û Ruhayê ye. Kurdan ew anîn Stenbolê. Lê ji ber qedexeyê nedikarîn navê Kurdî “Nangoşt /patîle” bikarbînin, jiwê “Lehm bi ecina” erebî Tirkîze kirin û kirin “lahmacûn”. Heta I. Tatlises li ser vê fîlmekê jî çekiribû. Yên ev lahmacûn anî Almanyayê jî dîsa Kurd bûn. Di salên nodî de navê wê lahmacûn bû. Lê bi carê ve li her derê navê wê bû “Turkîsche Pizza!“ Kî ev kir? ev çawa bû? Nizanim. Lê baş tê zanîn ku gelek xwarin ne yên Tirkan e, yên gelên Anatolyayê ne, mixabin ku li cihanê tev de wek xwarinên Tirkî tên nasandin û zanîn.

Hûn şalvar dizanin, heke di salên pêncî û şêstî de yekî ew li xwe bikira, sosyeta Tirk pê henekê xwe dikir. Lê baş tê zanîn ku di wê germa havînê de lixwekirina herî bijûn e. Dama mirov rêve diçe, navrana wê hewa dide nava şeqê mirovan, nahêle ku mirov bişeliqe. Hun bawer bikin çawa lahmacûn li Almanyayê bû “Turkische Pîzza” eger Tirkan ew şalvarê me baniya Almanyayê, dê almana bigota: “Turkische Hose mit Arschventilator!” (şalê tirkan ê bi baweşîna paşiyê)

Wek encam: Birêzan yan navên Kurdî li cihê kargehên xwe nekin, yan jî we lêkir jî, bila navê xwarinên we, muzîka we, dekorasyona we, pêşwazîkirina we jî bi Kurdî be. Niha hûn ji çiyê xwe ditirsin? Baş tê zanîn ku dema restorantên Tirkan hebin, Tirk nayên di restorantên nav Kurdî de nan naxwin. Alman jî bi vê rewşê dikenin û gelek caran ji me sebebên vê dipirsin. Dema we navên Kurdî li zarokên xwe kir jî, bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, bila zarokên we jî nebin “Turkische Pizza”. Ango bila der û hundirê we yek be.

Yeni Özgür Politika

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.