Cinêvên din bê kurdan biserneketin, gelo çarenûsa ya 4ʹan çiye?

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ku dê piştî mehekê derbasî heft saliya xwe bibe û di encama wê de bi sedan hezaran kes hatin kuştin û 11 milyon koçber bûn, hêzên cîhanî  û di bin venêrîna Neteweyên Yekbûyî amadekariyên Cinêva 4ʹan dikin, tê payîn ku civîn di 20`ê sibatê de were lidarxistin.

Lê pirsa xwe li vir dide der, gelo dê ev civîn bi encam be an na? û ji bo bersivdayîna vê yekê pêwîste em hinkeî rewşa civînên berê binvirxînin û geşedanên tê de çêbûn.

Cinêv 1`ê bi binket û Sûriye kir qubleta teroristan

Kofi Annan,li buroya Netewên Yekbûyî ya li bajarê Cinvê Komên hevalbendên Sûriyeyê civiyan. Di civînê de nûnerên Netewên Yekbûyî, sekreterê Dewletên Yeketiya Ereban, Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye, Çîn, Feransa, Birîtaniya, Êrlenda bakur, Emêrîka, nûnêrên Yeketiya Ewropa yên kar û barên derve û her wiha Qeter, Îraq  û Kiwêt beşdar bûn.

Di vê civînê de şeş xal derketin pêş û bi navê pîlana Kofi Ennan hat nasîn. Ji wan xalan agirbest çêbibe, xebatên siyasî ku hemû Sûriyeyê bigire nava xwe destpê bike, girtî bên berdan û hin xalên din ên derbarê saziyên civaka sivîl û azadî yê de bûn.

Lê ev civîn biser neket ji ber ku nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê nehatin vexwandin, dîsa di navbera Amêrîka û Rûsya de li çarenûsa Esed nakokî derketin û muxalefete Ixwanî (Meclîsa Niştimanî ya Sûrî) ku ji aliyê  Tirkiye ve dihat birêve birin tenê bi çarseriyeke leşkerî bawer dikir.

CINEFE-DERBAS-BUNI-GISTI-LI-BIN-KETIN1

Bi binkeftina civînê re, Birayên Musliman dest bi avakirina komên çekdar kirin. Van koman jî xwe di nava welatiyan û bi  sivîl bûn qurbanên balafirên Rêjmîn. Bi vî awayî qetilkirina rojane a sivîlan destpê kir.

Di nava vê hingamê de û bi hinceta parastina sivîlan El-Qaîde jî  endamên xwe rêkirin Sûriyeyê û vê carê komîn radîkar ên weke Cebet El-Nusra ku şaxê El-Qaîde bû û DAIŞ derketin ser dike û ji Tirkiye, Qeter û Siûdiyê jî desteka wan kirin û sînor li pêşberî endamên wan hatin vekirin û kamyonên çek û cebilxane hat rêkirin û bi demê re hêza wan hat zêdekirin. Li rex wê êdî tiştekî bi navê Artêşa Azad ya Sûrî nema û li qadê 3 cure komên çekdar man, yek Ixwanî, ya din Cebhet El-Nusra û her wiha DAIŞ. Bi vî awayî rewşa Sûriyey kaostir bû û Rêjîmê jî di bin hinceta şerê li hember terorê, sivîl qetil kirin.

Herî dawî jî belgeya ku ji Cinêv 1`emîn derket tekane belgeya siyasî ya derbarê Sûriyeyê de ku ji aliyê dewletên herêm, erebî û navnetewî û Meclîsa Ewlekariyê ve hat qebûlkirin bû.

Cinêv 2`emîn

Piştî civînê alozî kûrtir bû, Şoreşa Sûrî ji şêwazî aştiyane veguherî çekdarî, gropên radîkal ên weke Togayên El-Farûq, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li her cihî belav bûn û Tirkiye, Qeter û Siûdiyê desteka xwe ji wan re zêdetir kir.

CINEFE-DERBAS-BUNI-GISTI-LI-BIN-KETIN4

Cinêv 2`emîn li ser şopa Cinêv 1`emîn

Di 22`ê çileya 2014`an Cinêv duyemîn lidar ket. Rêjîm şandeyek bi serokatiya Wezîrê Karê xwe yê Derve Welîd El-Muelim rêkir, ji aliyê Koalîsyona Sûrî jî şande bi serokatiya Ehmed El-Cerba pêk hat. Di vê Civînê de dîsa nunerê gelê Kurd nehatin vexwandin, lê beriya wê bi rojekê rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê hat îlankirin.

Di runiştina 2`emîn de, zêdetirî 40 dewlet û rêxistin, Nunerê Neteweyên Yekebûyî yê Nû ji Sûriyeyê re Exder El-Ibrahîmî beşdar bûn. Lê ev civîn weke ya beriya xwe bi bin û tu proje pêş nexist, paşê Ibrahîmî lêborîna xwe ji gelê Sûriyeyê xwest.

Piştî vê civînê, hilweşandina li Sûriyeyê zêdetir bû, nexwasim li bajarê Helebê û şerên dijwar di navbera muxalefeta çekdarî û rêjîmê de qewimî . Di encama wan de beşekî mezin ji binesaziya bajar hilweşiya û rêjîmê li bajarê Humsê bi pêş ket.

Dîsa DAIŞ`ê bajarê Reqqayê bi temamî xist bi kontrola xwe.

Cinêv 3`emîn xwedî heman çarenûs bû

Di navbera 29`ê çile û 3`ê sibata 2016`an de Cinêv 3`emîn hat lidarxistin, ev yek jî piştî derbasbûna Rûsya ji şerê Sûriyeyê re pêk hat, vê yekê jî pişta rêjîmê xurtir kir ku di gotinên xwe yê “şerê li hember terorê ” de dewam bike.

Li aliyê din jî muxalefeta rasteqîn hat paşguhkirin û muxalefeta bi ser Tirkiye û Siûdiyê de hat vexwendin û ji civîna Riyadê Şandeyek bi nûneriya Esed El-Zûibî derket û di nav de jî fermandarê çeteyên Ceyş El-Feteh Mihemed Elûş hebû.

Di vê civînê de dîsa nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nehatin vexwandin, tevî ku bi saya hêzên YPG`ê herêmê fereh ji destê çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin, taybet jî bajarê Kobanê.

CINEFE-DERBAS-BUNI-GISTI-LI-BIN-KETIN5

Ji xwe ev civîn jî xwedî heman çarenûsa binkeftinê bû û piştî Cinêv 3`emîn Beşar El-Ceiferî destnîşan ki rku koma Riyadê ji bo binxistina danûstandina şert û mercên ferz dike û got “Şandeya Riyadê bi biryara Siûdî-Tirkî hat Ceneverê û armanca wê ku danûstandina bi binbixe” û rêjîmê şerê xwe li Helebê dijwar kir û li bakur rojavayî bajarê Helebê yê Kevin pêş ketin û muxalefet di Helebê de îzole kir. Her wiha bombebarana Rûsî-Sûrî li herêmê başûrî Sûriyeyê dewam kir, bajarê Humisê jî xwedî par bû.

Encamên û Tecrubeyên ji her sê civînan

Di her civînekê de, tenê beşekî ku qaşo nûnertiya gelê Sûriyeyê dike, dihat vexwandin . lê nûnerên rasteqîn, di serî de jî Kurd, Ereb, Sûriyan, Asûr û Tirkmen dihatn paşguhkirin, ev yek jî ji ber helwesta Tirkiyeyê ya dijberiya projeya gelê Kurd de pêk dihat.

Dîsa piştî her civînekê, şer li Sûriyeyê gur dibû. Tirkiye û Siûdiyê komîn çete bi çek û cebilxanê destek dikirin û li aliyê din Îranê çekdar diherikandin Sûriyeyê û di navbera herdu aliyan de jî tenê gelê sivîl dibû qurban.

Gelo Cinêv 4`emîn dê biserkeve an na?

Çend roj ji dema Cinêv 4`emîn re maye, lewma pirsa xwe ferz dike, gelo dê hemû pêkhate tê de beşdar bibin an jî dê riya yên beriya xwe bişopîne û projeya hêzên rasteqîn ên demokratîkirina Sûriyeyê paşguh bike.?

Eger di Cinêv 4`emîn de tenê  aliyên ku Tirkiye, Qeter û Siûdiyê desteka wan dike bên vexwandin, dê xwedî heman bêçaretî be û aloziya Sûriyeyê girantir bike, lê eger hemû nûnerên Sûriyeyê û di serî de jî kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê hatin vexwendin û nîqaş li ser maseyekê, dûrî nîjadperestî bê meşandin, wê demê dê Cinêv 4`emîn xwedî roleke sereke di bidawîkirina aloziya Sûriyeyê de be.

Çareserî Federaliye

Ji bo serkeftina civînê, pêwîste nûnerên Federaliya Demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê bên vexwandin, ji ber ku ew temsîliyeta herêmên bi ferehiya ji sedî 30 ji axa Sûriyeyê dikin û xwedî bingehekî civakî yê xurt in, her wiha QSD`ê mezintirîn hêza muxalif ya nerim, xwedî rêxistin û pîvanên navnetewî yên din şer de diparêze.

Her wiha projeya Federaliyê dikare bibe çareseriya herî guncav ji aloziya Sûriyeyê re, ji ber ku biratiya gelên herêmê xurtir dike û yektiya wan zêdetir dike û bi riya vê projeyê hemû pêkhate mafên xwe yên çandî, aborî û civakî bidest dixin.

Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.