Raport ji Barzanî re hat şandin

Par di 10ê Sibata 2016ê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek derbarê rûbirûbûna gendeliyê û pêkanîna reforman da û têde ragihand, ku di çend sektoran de çaksazî dê werin kirin.

Piştî belavbûna wê daxuyaniya Barzanî, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê dest bi avakirina komîteyeke taybet bi rûbirûbûna gendeliyê û encamdana reforman kir.

Piştî salek ji lêkolîn û xebatên xwe, îro sêşemî 14ê Sibata 2017ê, wê komîteya Encumena Wezîran a Kurdistanê raporta kar û xebatên xwe ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand.

Endamê Komîteya Rûbirûbûna Gendeliyê û Pêkanîna Reforman, Firset Sofî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Me raporta xwe amade kiriye û me îro ev raport radestî Serokê Herêma Kurdistanê kir”.

Firset Sofî got, wan kar û xebatên xwe di çarçoveya peyama Baranî û xalên di peyama wî ya bo pêkanîna reforman de kiriye.

Sofî tekez kir: “Raporta me hemû sektoran li xwe digire, weke sektorên petrolê, erkên giştî, guhertinên kargêrî (îdarî), formê hikûmeta, zêdegavî, derman p sektora serbazî û pêşmerge û htd”.

Ew komîte ji Serokê Desteya Destpakiyê Hakim Ehmed, Sekreterê Encumena Wezîran Dr. Amanc Rehîm, Şêwirmendê Serokwezîr Dilşad şehab û Endamê Komîteya Destpakiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Firset Sofî pêk tê.

Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.