DAIŞê li Mûsilê keçên êzidî bi komî bir cihên din

Rêxistina terorîst DAIŞê ku 3yê Tebaxa 2014an bi êrîş û komkujiya ser êzidîyan re, bi hezaran keç û zarokên êzidî revandibû, piştî dortengbûna wan li bajarê Mûsilê cihê wan revandiyan guherand.


Tê ragihandin, DAIŞê piştî têkçûna xwe ya li hin deverên bajarê Mûsilê ku hêzên Iraqê ji 17ê Cotmeha 2016an ve operasyonê li ser wan dikin, cihê êzidiyên ku di destê wan de dîl hatine dîlkirin jî guherand û ew veguhestin hêla rastê bajarê Mûsilê.

'DAIŞ'Ê ÊZIDÎYÊN REVANDÎ LI CIHÊN DIN BELAV KIR'

Rêveberê ofîsa dîlên êzîdî li parêzgeha Duhokê diyar kir, terorîstên DAIŞê revandiyên êzîdî ji bo milê rastê bajarê Mûsilê veguhestin û li gor agahiyên berdest keç, zarok û jinên êzîdî bi kom li du sê cihên cuda di nav malan de hatine belavkirin.
 

'KEÇÊN ÊZIDÎ LI NAV MALAN HATINE BICÎKIRIN'

Li gor nûçeya BasNewsê Rêveberê Ofîsa Karûbarên Revandiyên Êzidî li Duhokê Derman Xetarî li ser hatina hin agahiyên veguhestina cihê revandiyên êzidî axivî.

Xetarî got, "Hinek agahî ji bo me hatine ku du sê şûnên taybet li aliyê rastê bajarê Mûsilê hene ku revandiyên êzîdî bi kom li wan şûnan hatine ragirtin û wekî din jî di hinek malan de du kes, di hinek malan de jî sê keçên êzîdî hatine biçihkirin. Di destpêka operasyona Mûsilê de heta niha nêzîkî 100 revandiyên êzîdî hatine azdakirin."

HETA NIHA 2 HEZAR Û 881 ÊZIDÎ HATINE RIZGARKIRIN

Li gor zanyariyên ku Rêveberê Ofîsa Karûbarên Revandiyên Êzidî dane, hejmarek revandiyên êzidî li Teleferê jî hene û heta niha 2881 êzidî hatine azadkirin

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.