Eren Keskîn: Polîtîkayên hikumetê çibe bila be, Kurdistan bo min Kurdistan e

Ayşegul Ozmen

Eren Keskîn: Polîtîkayên hikumetê çibe bila be, Kurdistan bo min Kurdistan e
Hevseroka IHDê Eren Keskîn derbarê rewşa dawî ya kurdan diyar dike ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hember kurdan hêj rûneniştiye ku ev pirsgirêkeke mezin. Herwiha dibêje ez ji ber gotina 'Kurdistan' ketim hebsan lê polîtîkayên hikumetê çi qas biguhere bila biguhere Kurdistan bo min Kurdistan e, ez ê dev ji fikr û ramanên xwe bernedim.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyê (IHD) Eren Keskîn salên borî ji ber gotina ‘Kurdistanê' 2 sal û nîv cezayê girtîgehê xwaribû û heta niha derbarê wê de 140 doz hatin vekirin. Keskîn derbarê dozên ku li wê hatine vekirin, rewşa dawî ya pirsgirêka kurd, polîtîkayên dewletê yên li hember kurdan û girtina Enstîtûya Kurdî de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî.

‘PIŞTÎ XIRABÛNA PÊVAJOYA AŞTIYÊ, BI DEHAN DOZ LI MIN HATIN VEKIRIN'

Keskîn di serê axaftina xwe de behsa hejmar û sedema dozên ku li wê hatine vekirin kir û got ku dozên li wê hatin vekirin, bêhtir piştî ku wê bi dildarî gerînendeya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye hatine vekirin. Keskîn destnîşan dike ku bi xirabûna pêvajoya aştiyê re gelek doz li hemberî wê hatin vekirin û bêhtirê wan bi hinceta ku ‘heqeret li sokomar û hêzên dewletê' kiriye, bi giştî 140 doz hatin li wê hatine vekirin.

‘JI BER MIN GOT UGUR KAYMAZ NE TERORÎST E DOZ LI MIN VEKIRIN'

Keskîn behsa axaftina xwe ya derbarê kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî de dike û dibêje, 'Ugur Kaymazê13 salî yê li gel bavê xwe ve hate kuştin, ne terorîst e û hêzên dewlet berpirsiyarê kuştina wan e.' Keskîn diyar dike ku ji ber vê yekê doz lê hatiye vekirin û dadgeh dixwaze ew 10 meh cezayê girtîgehê lê bibire. Keskîn dibêje ku li gel vê dozê 18 dosyayên din li Dadgeha Bilind tê rawestandin û bêhtirên wan ji ber rojnameya Ozgur Gundemê ne.

‘JI BER GOTINA KURDISTANÊ EZ KETIM HEBSAN'

Eren Keskîn amaje dike ku polîtîkayek rûniştî ya Tirkiyeyê ya li hember kurdan tune ye û wiha pê de diçe: "Salên borî ji ber gotina ‘Kurdistanê' ez ji karê xwe bûm û ketim hebsê. Paşê demekê gotina Kurdistanê nebû pirsgirêk û sûc. Lê îro dîsa dibe pirsgirêk yanî dem bi dem diguhre. Ev yek ji ber nebûna polîtîkayek rûniştî ya dewletê ya derbarê kurdan pêk tê." Li gorî Keskîn polîtîkayên Tirkiyeyê li gorî demê diguherê lê ev bo wê ne bihurbare û dê fikr û ramanên xwe neguherîne.

‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWÎ YE'

Keskîn pirsgirêka kurd wekî ‘pirsgirêkekek navnetewî' binav dike û dibêje ev pirsgirêk ya Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ye. Herwiha ya hêzên emperyal e jî. Ji ber vê yekê pirsgirêka herî girîng ya cîhanê ye. Keskîn diyar dike ku polîtîkayên dewletan ne aştiyane ne û lewma jî problem her dewam dikin û ti kes ji rewşa heyî ne memnune.

‘DEWLET TEHEMÛLÎ ENSTÎTUYÊ NEKIR; EV TÊ WATEYA ŞER'

Eren Keskîn li ser girtina Enstîtuya Kurdî jî hin nirxandin kir. Keskîn diyar dike ku cihê gotin nebe, çek û şer heye. Lewma jî girtina devê gelan tê wateya, daxwaza şer. Keskîn amaje kir û got: "Di Enstîtuya Kurdî de keda zanayên wekî Musa Anter, Îsmaîl Beşîkçî û Feqî Huseyîn Sagniç heye, lê em dibînin ku dewlet tehemûlî vê saziyê nekir û girt, ku Tirkiye peymana Mafên Mirovan erê kiriye û ev tevgerên wê li dijî vê peymanê ye."

‘LI HEMBER KURDAN POLÎTÎKAYÊN BÊÇARETIYÊ TÊ MEŞANDIN'

Eren Keskîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye li hember kurdan polîtîkayên bêçaretiyê dimeşîne lewma jî hemû saziyên bi kurdî weşanê dikin, digel yên zimanê wan herî nerm jî digre û asteng dike. Eren Keskîn behsa kampanyaya ku Rêxistina Efûyê ya ji bo wê dane destpêkirin jî kir û got, di nava aloziya ku welêt tê de ye piştevaniyên bi vî rengî gelek girîng in û spasiya xwe kir.

 
Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.