Öne Çıkanlar KANDIL KOBANÊ BASIN ÖZGÜRLÜGÜ DÜSMANLARI KKISANAK AMED

Bu haber kez okundu.

"Heta pirsa kurd neyê çareserkirin, kêşeya Sûriyeyê nayê çareserkirin"
Derwêş bi rojnameya BûyerPresê re axivî û diyar kir ku wan sê caran pêwendî bi Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriye û Yekîtiyê re danîne û ji wan re gotiye: "divê em bi rejîma Sûriyeyê re li ser rewşa kurdan gotûbêjê bikin, lê mixabin! Bersiva (ENKSê) ji Hewlêrê ne neyênî bû".

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê diyar dike ku Rûsyayê bi rêya navbeynkarekî pêwendî bi wan re danîne û ji wan xwestiye ku serdana Himeymê bikin û wiha dewam dike: "Bi rêya telefona pêwendî bi me re danîn. Wergêrekî navbeynkarî dikir. Ji min re got ku Generalê rûs Aleksander Dvorinko dixwaze bi me re pêwendiyê deyne û bi me re biaxive. Min jî jê re got, tu kengî bixwazî, ez ê werim. Wan demek ji me re diyar kir û em di 17ê Mijdara 2016an de çûn. Em di heman rojê de bi Generalê rûs Aleksander Dvorinko re civiyan. Serekanê Artêşa Rûsyayê li Sûriyeyê ku texmîn dikin pileya wî tumgeneral bû û herwiha sê efserên din hebûn."

"KÊŞEYA SÛRIYEYÊ DIVÊ BI RÊYÊN AŞTIYANE WERE ÇARESERKIRIN"

Derwêş diyar dike ku ew di wê civînê de li ser pirsa kurdî li Sûriyeyê bi taybetî û kêşeya Sûriyeyê bi giştî axivîn û wiha dibêje: "Me ji wan re got ku divê çareseriya kêşeya Sûriyeyê bi rêyên aştiyane pêk were û ev ji roja pêşî de fikira me bû û fikira me nayê guhertin û çek nikarin kêşeyê çareser bikin."

"ME JI RÛSYAYÊ RE GOT, ÇARESERIYA PIRSA KURD, FEDERALÎZM E"

Derwêş diyar dike ku wan ji generalê rûsî re gotiye ku divê hûn çareyeke berbiaqil ji kêşeya kurdî re peyda bikin û ev çareserî jî divê federasyon be û wiha dewam dike: Kurd dê ji bo demeke dirêj nikarbin di nav şîî û suniyan de bijîn û jiyan di navbera kurd û ereban de jî ji bo demeke dirêj ne pêkan e. Ji ber gelek zulm û stemkarî li me hatiye kirin. Xiristiyan û misilman jî nikarin bi hev re bijîn. Lê eger federasyon bê sepandin, ew ê bikarin bi hev re bijîn û her aliyek li herêma xwe dê rêzê ji yê din re bigire". Li gorî Derwêş, helwesta Rûsyayê erênî bû û wan gotiye ku ew dikarin her tiştî nîqaşê bikin û wiha pê de diçe: "Di siberojê de gava hûn bi rejîmê re rûnên, em ê bi we re rûnên û navbeynkariyê bikin û em ê binerin bê em çawa dikarin kêşeya kurdî çareser bikin."

"ME 5 ALIYÊN KURDÎ JI BO HEVDÎTINÊN BI RÛSYAYÊ RE DIYAR KIRIN"

Herwiha siyasetmedarê kurd diyar dike ku piştî hevdîtinê, rûsan ji wan xwestiye ku şandeyeke kurdî hevbeş damezirînin ta ku bi hikûmeta Sûriyeyê re gotûbêjan bikin. Derwêş dibêje ku wan 5 aliyên sereke diyar kirine ta ku li ser navê kurdan gotûbêjan bi rê ve bibin û wan aliyan wiha rêz dike: "Partiya Demorkatîk a Pêşverû a Kurdî, ENKS(bi şertê ku tenê du partî ji wan werin û ew jî PDK-S û Yekîtî bin), Hevbendiya Dmeokratîk a Niştimanî û

TEV-DEM û PYD

bin." Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê dibêje ku Rûsyayê ev pêşniyara wan pejirandiye wiha dewam dike: Him rûsan bi ENKSê re pêwendî danîn û ji wan re ev pêşniyara me gotiye û him me jî sê caran pêwendî bi wan re danîn lê mixabin, bersiva wan ji Hewlêrê neyênî bû lewra nehatin. Hemû serokatiyên hundir(ê Rojava) ev pêşniyar bi erênî nirxand lê ENKSê ev nepejirand."

"NAVEBEYNKARIYA RÛSYAYÊ GELEKÎ BAŞTIR E JI HEVDÎTINÊN RASTERAST ÊN BI REJÎMÊ RE"

Ji aliyê din ve, Derwêş dibêje ku navbeynkariya Rûsyayê bi gelekî ji hevdîtina rasterast a bi hikûmeta Sûriyeyê re çêtir e û sedema wê wiha rave dike: "Navbeynkariya Rûsyayê tê wê wateyê ku aliyekî navdewletî yê mezin jî di meseleyê de beşdar be."

Derwêş teqez dike ku ev biryara ENKSê ya beşdarnebûnê, biryareke şaş e û dê bibe sedem ku kurd destvala derkevin û wiha dewam dike: "Em kurd hîn bûne ku bê sûc û sedem simbêlan ba bidin. Em nizanin siyasetê wek awayê pêwîst bikin."

"RÛSYAYÊ JI MIN RE GOT, PYDÊ FEDERASYON XWESTIYE"

Siyasetmedarê kurd diyar dike ku PYDê jî federasyon xwestiye û wiha dewam dike: "Rûsan ji min re got, PYD federasyonê dixwaze. Federasyon ne pêkan e. Rejîm dê federasyonê nede. Hûn çi difikirin? Min ji wan re got û teqez kir ku aştî dê neyê Sûriyeyê, eger federasyon neyê sepandin. Rejîm dibêje, ew ê federasyonê nede. Ez ji te dipirsim gelo heta çi astê, ew amade ye ku daxwazên kurdan bîne cih. Ka bila ew biryarê bidin bê ew ê çi bidin me. Federasyon, xweserî yan jî birêveberiya nenavendî. Wî jî got mafê we ye. Ka bila rejîm biryarê bide bê ew ê çi bide kurdan. Di şûna federasyonê de, çi dide?" Derwêş sedema neçûna Himeymimê jî diyar dike û dibêje ku "PYDê fikira xwe li ser şandeya kurdî ferz kir lewra wan nexwest beşdar bibin".

"HEVDÎTINÊN HMEYMIMÊ BI SER NEKETIN"

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê diyar dike ku ev hevdîtin bi ser neketine û sedema wê jî wiha destnîşan dike: Di heman rojê de vegeriyan."

Derwêş teqez dike ku divê partiyên kurdî yên Rojavayê bi rejîmê re gotûbêjan bikin yana ew ê destvala derkevin û balê dikişîne ser giringiya gotûbêjan bi hikûmeta Sûriyeyê re û wiha dewam dike: "(Erê giring e) Ji ber rejîm dixwaze bi me re gotûbêjan bike…Di nerîna min de, rejîm dê daxwazên kurdan bipejirîne."

"EGER XWESERIYÊ BIDIN, BAŞE  LÊ FEDERASYON BAŞTIR E"

Siyasetmedarê kurd di berdewamiya axiftina xwe de wiha dibêje: "Partiya me, xweseriyê dixwaze. Ez dixwazim tevahiya kurdan vê daxwaza me bizanin. Ew her dibêjin Partiya Demokratîk tiştên herî kêm ji bo kurdan dixwaze. Em dibêjin, baş e ku xweseriyê bidin me lê federasyon baştir e."

Derwêş teqez dike ku pêwendiyên wan bi dijberiya Sûriyeyê re jî hîn berdewam dikin û dibêje: "Lê dijberî êdî dişibe Tirkiyeyê."

"AMERÎKA NE HEVBENDEKE BAŞ E Û NERÎNA WAN BO KURDAN NE ZELAL E"

Siyasetmedarê kurd derbarê pirsekê bê Amerîka yan Rûsya dê hevbendekî baştir be bo kurdan de wiha dibêje: "amerîkî qet ne hevbendên baş in. Ez çend caran bi balyozê Amerîkayê Robert Ford re civiyam. Nerîneke wan a eşkere û zelal ji bo çareseriya kêşeya kurd tine."

"LÊ RÛYSA DI PRATÎKÊ DE HEVBENDA KURDAN E"

Derwêş axiftina xwe wiha dewam dike: "Lavrov çend caran gotiye divê meseleya kurd were çareserkirin û divê mafên kurdan were pejirandin. Herwiha pêşniyar kir ku şandeyeke kurdan li Moskowê bê damezirandin. Herwiha min ew li wezareta derve li Moskowê dît û min jê xwest alîkariya me bike ta ku şandeyeke serbixwe ya kurdan çêbibe. Wî jî amadekariya xwe diyar kir û bi rastî jî pêşniyarî kurdan kir ku şandeyeke hevbeş damezirînin lê mixabin TEV-DEM û ENKSê li hev nekir. Anku ji aliyê pratîkê ve, rûs baştirîn hevbendên kurdan in."

Ji aliyê din ve, Derewêş derbarê Beşar Esad de got: "Hîn Serokê Sûriyeyê ye. Ez ê bi rêzgirî jê re bibêjim, Cenabê Serok û Bijîşk Beşar Esad".

 
Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.