Leşkerê ku Bin Ladîn kuştiye pirtûkê çap dike

>>>

Leşkerê ku Bin Ladîn kuştiye pirtûkê çap dike

Leşkerê malnişîn Robert O'Neill ku îdia dike kesê di operasyona ser serokê El Qaydê ya Pakîstanê de Ladîn kuştiye ew e, li demeke nêzîk bîranînên xwe wekî pirtûk diweşîne.

Rojnameya Scribner ragihand ku dê pirtûka O'Neill a bi navê ‘The Operator' li 25ê Nîsanê biweşe. Hat diyarkirin ku dê di pirtûkê de, ji xeynî operasyona navdar a kuştina Serokê El Qaydeyê, ‘ji zimanê yekem' cî bide nêzî 400 peywirên xwe yên leşkerî jî.

Usame bin Ladîn di operasyona sala 2011an de li bajarê Abbotabad a Pakîstanê li mala xwe hatibû kuştin. Termê lîderê El Qaydê bi awayekî nepenî avêtibûn nav deryayê.

O'Neillê 38 salî sala 2014an ragihandibû ku yê wî Bin Ladîn kuştiye.

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.