'Li Şingalê 1000 DAIŞî hatin kuştin'

Li gor amarên hêzên Amerîkî di dema operasyona rizgarkirina Şingalê de 1000 terorîstên DAIŞê hatine kuştin ku beşek ji wan biyanî û zarok bûn.

'Li Şingalê 1000 DAIŞî hatin kuştin'
Yek ji fermandarê pêşmergeyên operasyona Şingalê Haşim Sîteyî ragihand ku li gor amarên hêzên Amerîkayê ji destpêka operasyona Şingalê heta dawiya wê hezar terorîstên DAIŞê hatine kuştin ku beşek ji wan zarok û biyanî bûn û Şingal jî nas nedikirin.

Li nûçeya kdp.info'yê Sîteyî li ser amarên berdest ên kuştina DAIŞîyan mîna di xaniyekî de kuştina 47 terorîstan da û got, hejmareke zêde jî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kuştin.

DAIŞê 5-6ê Tebaxa 2014an digel kuştin û revandina bi hezaran kurdên êzidî Şingal dagir kiribû. Şingal bi operasyona hevkariya balafirên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê û hêzên kurdî li 13ê Mijdara 2015an de ji destê DAIŞê hatibû azadkirin.

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.