Öne Çıkanlar KANDIL BATMAN CHP TSK TBMM

Bu haber kez okundu.

Pencwînî: PKK û PDK li ser mijara Şengalê gihiştine tifaqekê
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencwînî ku di serdema "Prosesa Çareseriyê" ya di navbera desthilatdarên Tirkiye û PKKê de navbeynkarî kiribû, li ser nîqaşên derbarê Şengalê, daxuyaniyên rêveberên PKKê, PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Spûtnîk Kurdistanê nirxand.

'HERDÛ ALÎ GIHIŞTIN TIFAQÊ'

Pencwînî bal kişand ser mijara Şengalê û got: "Berî çend rojan serkirdayetiyên PDK û PKKê rûniştin û gihiştine tîfaqekî ku li ser esasên derketina hêzên leşkerî yên girêdayî PKK li Şengalê." Li gorî beyanên Pencwînî tifaqa herdû aliyan li ser mayîna hêzên leşkerî yên YBŞê û YJŞê li Şengalê ye.

Mihemed Emîn Pencewînî da zanîn dê hêzên PKK ji Şengalê derkev in, lê hêzên leşkerî ku jiyana xelkê Şengalê mîsoger dikin dê li wir bimînin. Pencewînî li ser pirsa; "PKK heya kengî li Şengalê bimîne?" got: "Heya wacibên însanî, wacibên neteweyî û niştimanî bicih bîne û heya xetereya DAIŞê ji ser Şengalê bidawî bibe, dê hêzên leşkerî yên li Şengalê bin." 

'HEYA XETEREYA DAÎŞ Jİ WİR RABE HÊZÊN LEŞKERÎ DÊ Lİ WİR BİN'

Siyasetmedarê kurd Pencwînî diyar kir dema ku Şengal ji aliyê DAIŞê ve hat dagirkirin, hêzên girêdayî PKKê hatin bi hawara xelkê Şengalê de û bi hezaran şengalî ji hovîtiya DAIŞê rizgar kirin. Pencwînî wiha berdewam kir:"PKK niha bûye wek hêzek asayiş û parastina milet li Şengalê. Heya ku xetereya DAIŞê ji wir rabe û miletê Şengalê vegerin ser axa xwe hêzên leşkerî dê li wir bimînin."Pencwînî herwiha aşkere kir, PKK û PDKê li ser wî tiştî lihev kirine ku pirsgirêkên di navbera xwe de bi rêyên diyalogê çareser bikin.
Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.