Rêdûr Xelîl: Helwesta Elûş nîşaneya kîna li hemberî gelê Kurd e

Berdevkê Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl diyar kir ku helwesta Serokê Şandeya Dijber ê li Astanayê Mihemed Elûş derberê xistina navê YPGê ji lîsteya terorê, nîşaneya kîna wî ya li hember gelê Kurd e.

Rêdûr Xelîl: Helwesta Elûş nîşaneya kîna li hemberî gelê Kurd e
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji ber têkildarî hewldanên Serokê Şandeya Dijberan a Astanayê Mihemed Elûş a derbarê xistina navê YPGê ji lîsteya terorê, daxuyaniyek weşand.

‘HELWESTA ELÛŞ, KÎNA LI HEMBERÎ GELÊ KURD E'

Rêdûr Xelîl di daxuyaniya xwe de dibêje: "Serokê Şandeya Dijberan ê ku beşdarî civîna Astanayê bû Mihemed Elûş kîna xwe ya li hember gelê kurd û Yekîneyên Parastina Gel, herwiha destkeftiyên ku li Bakurê Sûriyê hatine qezenckirin, veneşart û nîşan da. Bi vexwendineke ji istixbarata Tirkiyê, hewl dide ku hêzên me wekî rêxistina DAIŞê ya terorîst bixe lîsteya terorê de."

‘ELÛŞ, BERIYA DAIŞÊ HEBÛ Û ÊRIŞÎ GEL DIKIR'

Xelîl di dewama daxuyaniyê de bertek da Elûş û alîgirên wî û got beriya DAIŞ derkeve, Elûş û kesên ku li derdora wî kom bûne, di sala 2012an de bi alîkariya Cephet El-Nusra êrişî bajarê Serêkaniyê kirine û ala herêma Kurdistanê li pêşberî her kesî binpê kirine. Herwiha çend salan li pey hev Efrîn xistin dorpêçê û li aliyekî din jî taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin û êrişî gelên li wir kirin.

ENKSÊ ŞERMEZAR KIRIN

Xelîl di dewama daxuyaniya xwe de bêdengiya ENKSê ya li hember hewldanên Elûş ên xistina YPGê nava lîsteya terorê de jî şermezar kir.

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.