Öne Çıkanlar Celal Doğan MUSUL OPERASYONU HDP KKISANAK SISI

Bu haber kez okundu.

Salih Muslim: Civîna Astanayê yek ji lîstika hêzên navnetewî ye
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di duyemîn kongreya PYDê ya ku li bajarê Dirbêsiyê hat lidarxistin de axivî û got: ‘Civîna li Astanayê ku li demeke nêz dê bê lidarxistin, lîstokeke navneteweyî ye û dê bi ser nekeve.' 'DÛRXISTINA ME JI ASTANAYÊ PLANA DIJMINÊN KURDA YE' Salih Muslim destnîşan kir ku dijminên mirovahîyê û yên gelê kurd hewl didin împaratoriya Osmanî ya nû û ya Farisî ava bikin û wiha domand: ″Ev alî dixwazin li Sûriyê bigihîjin berjewendiyên xwe. Ev yek nakeve xizmeta berjewendiyên gelê herêmê. Dûrxistina me ji civîna Astana yek ji planan e. Em azadî û avakirina Sûriyeke demokratîk dixwazin."

MUSLIM: TI KES NIKARE ME JI ÇARESERIYA SIYSÎ DÛR BIXE

Muslim da zanîn, heta ku hebûna wan li ser rûyê erdê hebe, ti kes nikare wan ji çareseriyên siyasî yên bo Sûriyeyê dûr bixe û got, ″Armanca me ew e ku gel bi xwe bibe xwedî biryar û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.″

'EM BAWER DIKIN DÊ DEMOKRASÎ BI SER BIKEVE'

Hevserokê PYDê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê bi ser bikevin û da zanîn: ″Baweriya me heye ku dê demokrasî û biratiya gelan bi ser bikeve.″

 
Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.