Amerîka: Operasyona Reqqayê di nava van hefteyan wê destpê bike

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Peter Cook daxuyand ku ew ê ji bo rizgarkirina Reqqayê li bende qedandina operasyona Mûsilê nesekirin û got operasyon wê di demeke herî nêzîk de destpê bike.

Amerîka: Operasyona Reqqayê di nava van hefteyan wê destpê bike
Cook li Pentagonê di civîna xwe ya rojane de di derbarê operasyona Reqqayê de axivî û got hevpeymana bi serkirdayetiya Amerîkayê plansaziyê dike ku him li Mûsilê him jî li Reqqayê fişara li ser DAIŞê zêde bike.

Cook got, "Divê em fişara li ser DAIŞê biparêzin û di vê çarçoveyê de destpêkirina îzolasyona Reqqayê jî heye." Peter Cook diyar kir ku pêşiyê ew bajar wê were îzolekirin, paşê wê hinek gavên leşkerî werin avêtin û herî dawiyê jî operasyona rizgarkirin a Reqqayê wê destpê bike.

'HEVDÎTINÊN ENQERE Û WASHINGTONÊ BERDEWAM DIKIN'

Cook li ser tevkariya Tirkiyeyê ya ji bo operasyona Reqqayê jî got "Tirkiye jî di nav de tevkariyên hemû endamên hevpeymanê wê hevdîtinên dualî werin diyar kirin."

Rayedarî Amerîkayî Cook derbirî ku hevdîtinên di navbera Enqere û Washingtonê de berdewam dikin û da zanîn ku ji bo operasyona rizgarkirin a Reqqayê di navbera her du welatên mitefîq de hevkariyeke nêzîk heye. Cook li ser bibîrxisitna berdewamkirin a operasyona Mûsilê jî got, "operasyona Mûsilê berdewam dike, operasyona Reqqayê jî wê di demeke kin de destpê bike" û dest nîşan kir ku ji bo Reqqayê wê qedandina operasyon a Mûsilê neyê payîn.

'TÊRA XWE HÊZA LEŞKERÎ HATIYE KOM KIRIN'

Peter Cook balkişand ser ku hêzên li sehayê dikarin operasyona rizgarkirin a Reqqayê bimeşînin û ragihand ku bêyî bilêvkirina hejmareke taybet têra xwe heza leşkerî hatiye kom kirin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter hefteya borî balkişandibû ser ku operasyona Reqqayê wê di demeke herî nêzîk de destpê bike. Fermandarê Amerîkayî yê hêzên hevpeymana navdewletî yên li Iraq û Sûriyeyê Stephen Townsend jî dest nîşan kiribû ku bi taybetî YPG wê di pêvajoya îzolasyon a Reqqayê cih bigire.

 

Sputnik

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.