DAIŞê bi buldozerê 7 kes kuştin û dilê kesê 8an bi saxî derxist

Çavkaniyê ragihand, "DAIŞê bi buldozerê 7 kes îdam kirin, piştî ku ew bi xebata bi istixbarata Iraqê re tohmetbar kirin" û diyar kir ku bi saxê bi buldozerê pê li wan kir ku hinek endamên berê yên istixbaratê di nav wan de bûn.

Herwiha çavkaniya ku nexwest navê wê were eşkerekirin wiha got: "Endamekî rêxistinê dilê yekî bi saxî derxistiye û xwariye, ji ber ku ew jî bi hevkariya bi istixbarata Iraqê re hatibû tohmetbarkirin."

Li gorî çavkaniyê, ev bûyer li kampa leşkerî ya Hewîceyê pêk hatiye û DAIŞê dîmenên vê bûyerê tomar kirine.

Hêjayî gotinê ye ku DAIŞê ji sala 2014an ve navçeya Hewîceyê kontrol kiriye û ji wê çaxê de bi dehan kes bi tohmetên cûbicûr kuştine.

Ev îdamên DAIŞê di demeke wiha de tên ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li gelek sengeran DAIŞê dişkînin û têk dibin.

Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.