Öne Çıkanlar KANDIL BATMAN TSK CHP TBMM

Bu haber kez okundu.

Nadiya Muradê tîşortê Barcelonayê yê bi hejmara 10an li xwe kir
Serokê Klûba Barcelonayê Josep Maria Bartomeu, tîşortê navê Nadiya Murad li ser nivîsiye, radestî Muradê kir ji ber wêrekî û xurtiya wê ya ku tevahiya cîhanê giryand piştî wan tore DAIŞê anîn serê kurdên êzidî. 

Birêveberê ragihandinê yê rêxistina Yezdayê ji peyamnêra Spûtnîkê re ragihand ku Muradê li ser daxwaza hikûmeta Îspaniyayê serdana wê derê dikir ta ku beşdarî konferansekê bibe û li wê derê bi birêveberên herêma Katalonayayê re civiya û ji aliYê klûba Barcelonayê ve hat vexwendin.



View image on TwitterView image on Twitter

Nadia Murad @NadiaMuradBasee

It was a great honor to be with @FCBarcelona. Sports is a way to counter terrorism through giving the youth a meaningful & happy life.




Heskanî diyar kir ku Murad hatiye vexwendin ta ku bi tîşortekî ku hejmara 10an û navê wê li ser nivîsandî bê xelatkirin. Fûtbolîstê navdar Lionel Messi jî beşdarî merasîma xelatkirina Muradê bû. Ji aliyê din ve, Heskanî diyar kir ku Murad bi rayedarên îspanî re behsa rewşa jinên êzidî yên revandî kir û ji hikûmeta Îspanyayê xwest ku tiştê heyî wek komkujî bi nav bike û piştgiriyê bide dosyaya jenosîda êzidiyan. Hêjayî gotinê ye ku hevdîtina Nadiya Muradê ya Yezda piştgiriya wê dike bi navdartirîn tîmên fûtbolê yên cîhanê re fersendeke giring e ta ku bikare peyama xwe di rêya cîhana wezişê re bigihîne cîhanê û bala çapemeniya Îspanyayê bikişîne ser wan komkujî û zulma li dijî kurdên êzidî hatibûn kirin. 

​Nadya Murada ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û îstismarkirin, karî bi deng û wêrekiya xwe, raya giştî ya cîhanê bihejîne û bala tevahiya cîhanê bikişîne ser zulma li dijî kurdên êzidî hatiye.


View image on Twitter
 Follow
Nadia Murad @NadiaMuradBasee

I am honored to be among the lovely team.



Nadiya di 25ê Tabaxa 2016an de ji aliyê NYyê wek balyoza niyetên qenc hat hilbijartin ta ku piştgiriyê bide bi hezaran jinên êzidî yên DAIŞê ew revandine.

 
Loading...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.