KNK: Mediyakar û Rojnamevan Mehmûd Onder wefat kir

Sersaxî

KNK:  Mediyakar û Rojnamevan Mehmûd Onder wefat kir
 

Bi mixabiniyeke giran, roja 31/01-2017an mediyakar, rojnamevan û nivîskarê kurd Mehmûd Onder koça dawiyê kir û ket ber dilovanîya xwe.

Birêz Mehmûd Onder di sala 1952 an li Amedê hatiye ser dunyayê û di destpêkê de di nava sendîkayên karkeran de dest bi xebat û tekoşînê dike, piştre ji egera kudeta (derbe) ya 1980 yan ya li Tirkiyê, weke hezaran kurdan bi neçareyî ji walatê xwe mişext dibe û ber bi Sûriya yê ve diçe û ji wir re xwe digehîne Ewropa – welatê Danmarka yê.

Onder di 36 salên xwe yên mişextiyê de ji xebat û tekoşîna xwe ne sekinê. Di sala 1997an de di warê mediyayê dest bi xebatê kir. Di dezgehê Mediya, Med, Roj û Stêrk TV yan de, wek pêşkeşvan û berpirsê pişka Nûçeyên kurmancî rolekê berçav û serkeftî dît û ked da.

Mehmûd Onder di heyama nêzî 20 salan di biyava mediya û rojnamevanîya Kurdî de bi hêz û şiyaneke zêde û bi dilsozane dom bi tekoşînê da. Kar û erkên xwe bi awakê serkeftî rêdikir û xizmeteke mezin pêşkeşî ezmûna mediya ya kurdî kir.

Bi wexera dawîyê ya Mehmûd Onder, Mediyaya Kurdî û bi taybetî kenalê Stêrk TV yek ji ragehandinkarekî xwe yî çalak û çeleng ji dest da.

Em ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK ê, di serî de sersaxîyê li malbata wî û dikin, hîvîdarîn ku ev wexer-kost ji malbata berêz Onder dawî xem û kost û nerehetî ya wan be. Herweha sersaxîyê dibêjîne heval, hevpîşe, medîyakar û rojnamevanên Kurdistanê. Bi ûmêda sersaxî û aramîyê bo gişan.

Komîteya Ragehandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK ê

02.02.2017

Yükleniyor...
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.